|
Wek Pîsperikan
Wek Pîsperikan
emir kin..!
di nav pelên Agirda...
Çewtîkî ji Kilamek,
li ser Zimanên lalbûyî;
dûv û dirêj...
Xençerek bi jahr,
Wek tîrek ma;
di kûranîya Dilda
û derneket...
Neket nava pelên Pirtûkan,
nave wî, kesek nebîhîst,
nejî nalîna wî...
Wek dilopek Şilîyê
wendabû,
di nav pêlên Behrêda..!
bêdeng..!
tenê.!
Kesek navê wî nebîhîst
û nejî dît;
birîna wîya xedar,
Çavên wîyên bi hêsir...
Wek Henna ser Keviran,
hat şûştin;
bi Şilîya Biharê...
Ket nav refê Qulingan;
ber bi Welatên xerîv
û nezivirî...
Wek Sûwarê kullik birî;
Ajot li en pêşîyê...
û desmal hejand,
lê nedît Bûk û Zava..!
Wek belekîya Berfê ma,
li ser tûmê Zozanan;
paqij,
sipî,
û nehelîya..!
Halil Alp |