|
Kulmek Av Kulmek Ax!
Lo bira nekole birînamin!
Dengê dîkê şefeqê tê,
Tavê daye guheran...
Heyv xeyîdîye dîsa;
Dimeşe hêdî hêdî,
Li perrê asîmanan...
...
Di xeyalêminda;
Gundekî vala
û agir vemirî.!
Stunên wergerîyayî,
Kevirên bi xwîn
û aşekî sekinandî...
Lo bira nekole birînamin!
Bihar hatî Serhedê;
Ava Muradê pêldide,
wek canuyekî tor...
Zozanê Şerevdînê
li hêvîya Bertîyaye...
ji Koxê Bîngolê
hildibe Roj...
bi germa hezar salan.
...
Dengê dawetekî tê;
Xort ciritê davejin,
Denge qîzan tê;
Kilamên xerîbîye tên gotin,
Li ser buka serbixêlî;
“Xerîbamin min birin...
di çemra derbaskirin...”
Disa pale ketine mêrgan,
di heqîvaminda satila zewadê,
tava tebaxê daye enîyamin...
Lo bira nekole birînamin.!
Em bun,
firarê axa xwe!
Em
bun,
xwedîye mal û milkan,
îrojî;
parsek û destvegirtîye
li bajaran..!
...
Di xeyalêminda welatekî dur,
Stara wî bûye çîya.!
Di çavêminda bahar,
Şîrqîna biruskan...
Di dilêminda kul û derdê salan;
Bûye birînek xedar,
Lez û beza loqmanan...
Lo bira nekole birînamin!
Ez dimirim li xerîbîyê
bê kulmek av!
bê kulmek ax!
Halil Alp |